Serdar Azmûn bû namzedê baştirîn lîstikvanê hefteyê yê Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325327-serdar_azmûn_bû_namzedê_baştirîn_lîstikvanê_hefteyê_yê_asyayê
Êrîşkerê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê wek namzedê baştirîn lîstikvanê hefteyê yê Asyayê hat bijartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2021 04:32 Asia/Tehran
  • Serdar Azmûn bû namzedê baştirîn lîstikvanê hefteyê yê Asyayê

Êrîşkerê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê wek namzedê baştirîn lîstikvanê hefteyê yê Asyayê hat bijartin.

Li gorî rapora ISNAyê, Malpera Konfederasiyona Fûtbala Asyayê namzedên baştirîn lîstikvanê hefteyê bijartin û li gorî vê bijartinê Serdar Azmûn êrîşkerê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê ku 78 deqîqeyan di pêşbirka li hemberî Sûriyê da çû meydanê, bû namzedê baştirîn lîstikvanê hefteyê yê Asyayê.

Serdar Azmûn di vê pêşbirkê da hejmara gulên xwe yên neteweyî gihande 34.