Roja pişkavêtina pêşbirkên Fûtbala Olempîka Tokyoyê hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325121-roja_pişkavêtina_pêşbirkên_fûtbala_olempîka_tokyoyê_hat_ragihandin
Mala FIFAyê li Zorîxê saet 10ê roja 21ê Nîsana 2021ê dê mazûvana pişkavêtina pêşbirkên Fûtbala Olempîkê be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2021 10:33 Asia/Tehran
  • Roja pişkavêtina pêşbirkên Fûtbala Olempîka Tokyoyê hat ragihandin

Mala FIFAyê li Zorîxê saet 10ê roja 21ê Nîsana 2021ê dê mazûvana pişkavêtina pêşbirkên Fûtbala Olempîkê be.

Hejmartina berovajî jibo Olempîka Tokyoyê careke din ketiye tevgerê. Ev pêşbirk ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê salekê paşda ketin.

Kêmtir ji meheka din 16 tîmên mêran û 12 tîmên jinan biryar e beşdarî pişkavêtinê bibin. Biryar e ku pişkavêtin bi awayê zindî ji kanala You Tube ya FIFAyê were weşandin.

Pêşbirkên Olempîka Tokyoyê ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê salekê paşda ketin; Lê biryar e Havîna îsal di meha duyem da bên lidarxistin.