Sînêr di Tenîsa Great Ocean a Awstralyayê da bû qehreman
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323916-sînêr_di_tenîsa_great_ocean_a_awstralyayê_da_bû_qehreman
Pêşbirkên tenîsa 382 hezar dolarî ya azad a Grît Oşên (Great Ocean) li Melborna Awstralyayê bi qehremaniya Sînêr (Sinner) ji Îtalyayê bi dawî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2021 04:42 Asia/Tehran
  • Sînêr di Tenîsa Great Ocean a Awstralyayê da bû qehreman

Pêşbirkên tenîsa 382 hezar dolarî ya azad a Grît Oşên (Great Ocean) li Melborna Awstralyayê bi qehremaniya Sînêr (Sinner) ji Îtalyayê bi dawî bû.

Li gorî rapora Goals'ê, Di fînala îtalyayî ya pêşbirkên Tenîsa 382 hezar dolarî û 250 puenî ya Great Ocean li Awstralyayê, Canîk Sînêr ji Îtalyayê bi giştî 2-0 û bi encamên 7-6 û 6-4 ji hemwelatiyê xwe Stêfano Trawaliya bir û bû yekem.

Ev pêşbirk bo heyama du salan dewsa Tenîsa kilasîk a Koyonga Awstralyayê tê lidarxistin.