Îrana Îro - Gora Şêx Ebulhesen Xereqanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i323723-Îrana_Îro_gora_Şêx_ebulhesen_xereqanî
Gora Şêx Ebulhesen Xereqanî li gundê Qele Nû ya Xereqanê di 24 kîlomitriya bakurê bajarê Şahrûdê li beşa Bestamê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2021 05:50 Asia/Tehran
  • Îrana Îro - Gora Şêx Ebulhesen Xereqanî

Gora Şêx Ebulhesen Xereqanî li gundê Qele Nû ya Xereqanê di 24 kîlomitriya bakurê bajarê Şahrûdê li beşa Bestamê ye.

Gora vî sofiyê binavûdeng li nav baxekî xweşik e.

Şêx Ebulhesen Xereqanî ji wan arifan e ku roleke girîng di parastina çanda îranî da hebûye, lê renge kesine kêm jiyan û helbestên vî arifê mezin nas bikin. Bêguman Şêx Ebulhesen Xereqanî ji kesên herî bibandor di vî warî da bûye.

Ew sala 352an li gundê Qele Nû yê ser bi Bestamê ji dayîk bû.

Ew ji kesên ser bi Hikmeta Xosrewanî ye.

Wî Bayzîdê Bestamî wek pîr û rêdarê xwe dizaniye û ji Ehmed ibin Ebdulkerîm Amolî Xirqe wergirtiye. Tê gotin Sultan Mehmûd Xeznewî çûye dîtina wî û ji wî daxwaza şîretan kiriye.

 

Ne ji te, ne ji min:

Rojekê Şêx Ebulhesen Xereqanî nimêjê dike. Wî çaxî dengek dibihîze: Ebulhesen, dixwazî tiştê ku ez ji te dizanim ji gel ra bêjim da ku keviran li bibarînin?

Şêx got:

Xwedêyo! Tu dixwazî tiştê ku ez ji Rehmeta te dizanim û ji Lêborîna te dibînim ji gel ra bêjim da ku êdî tu kesek li ber Secde neke?

Wî dengî got: Ne ji te, ne ji min!