Di pêşbaziyên Asyayî de şewqdana nîşanbazên Îranî
Tîmê neteweyî yê gulleberdanê ya Îranê di pêşbaziyên Şampiyoniya Asyayê de di mijara tepançeya hewayê ya mêr û jinan de madaleke zêr û du medalên zîv bi dest xist
Pêşbirkeyên Şampiyoniya gulleberdanê ya Asyayê îro, Şemiyê hate şopandin ku di kûrsa tepançeyê ya jinan de Haniyeh Rostemiyan bi bidestxistina 580 puanan madala zêr bi dest xist.
Her weha, nîşanbazê din a Îranî "Gulnûş Sibqetullahî" bi 579 puanan bû berqehreman.
Di kategoriya tifinga hewayî ya mêran de jî, "Cewad Forûxî" bi bidestxistina bi 587 puanan piştî nûnerê Hindistanê ku di mewqiya çaran a rengîng a cîhanê de ye di rêza berqehremaniyê cih girt.
Pêşbirkeyên gulleberdana Online a Asyayê li kûrsên Tepançeya Hewayê, tivinga hewayê û hedefên li halê firînê bi beşdariya werzişkarên seranserê Asyayê ji duh ve li Kuweytê li dar ket û îro bi dawî bû.