Lionel Messi rekora Pele ji dest derxist
Lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi îro li hemberî Valladolidê golek din avêt û hejmara golên xwe yên ku bi formaya Barselonayê avêtine derxist 644'an. Bi vê yekê rekora Pele ji dest xist.
Li gorî rapora Malpera Diyarname'yê, Di heman tîmî de bi heman formayê heta niha li dinyayê Pele xwedî rekor bû ku golê herî zêde avêtine. Peleyî bi formaya tîma Santos a Brezîlyayê tam bi temamî 643 gol avêtibûn û li dinyayê di vî warî de yekemîn bû. Niha Messi ew li dû xwe hişt.
Di pêşbirka duh de Messi di deqîqeya 65'an de gol avêt û hejmara golên ku bi formaya Barselonayê avêtin bû 644 û rekora Pele ji dest wî derxist.
Pele di navbera salên 1957-1974'an de li Santosê di 656'an pêşbirkn de lîst û 643 gol avêtin.
Messi ev 17 serdem in li Barselonayê dilîze; di 748'an pêşbirkan de 644 gol avêtin.