Fexanî di sala 2020-an de li Asyayê dawerê herî baş
Kanûn 24, 2020 17:41 Asia/Tehran
Elîreza Fexanî di sala 2020-an de wekî dawerê herî baş ê futbola Asyayê hate destnîşan kirin.
Li gorî IRNA roja Pêncşemê, Federasyona Navneteweyî ya Statîstîk û Dîroka Futbolê di rojên herî dawiyê yên sala 2020 de, çêtirînên vê werzîşê(futbolê) li seranserê cîhanê hildibijêre û dide nasandin.
Li dû danasandina baştirînên vê werzişê li cîhanê, Alîreza Fexanî, dawerê navneteweyî yê futbola Îranê, di sala 2020-an de wekî dawerê çêtirîn yê parzemîna kevnar (Asyayê) hate destnîşan kirin.
Berî vê, Sardar Azmûn jî di nav tîma hilbijartî ya salê ya Asyayê de cih girtibû.