Kanûn 13, 2020 13:54 Asia/Tehran
  • Li Minbicê şevbêrika helbestan

Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê bi beşdarbûna gelek helbestvanan, şevbêrkeke helbestan li dar xist.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şevbêrk li hola pirtûkxaneya Mihemed Menla Xerzîl a li dibistana Pîşesazî hate lidarxistin. Bi dehan rewşenbîr, endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê beşdarî şevbêrkê bûn.

Helbestvan, Abir El-Hisên, Eymen Mihemed, Heya El-Îsa û Xidir Hemada helbestên xwe xwendin.

 

 

Serepeyv