Kanûn 08, 2020 17:17 Asia/Tehran
  • Kombendiya pêşbirkên seretayî yên Kûpaya Cîhanê li Ewropa hate li dar xistin

Merasima pişkavêtinê ya pêşbirkên seretayî yên Kûpaya Cîhanê li ya 2022ê ya Qeterê li herêma Ewrûpayê şeva borî li dar ketin û tîmên li vê parzemînê hevrikên xwe nas kirin.

Li gorî IRNA, merasima pişkavêtinê  ya pêşbirkeyên seretayî ya Kûpaya Cîhanê ya Qatar a 2022 li parzemîna Ewropa şeva Duşemê li Zurîxa Swîsrayê hate li dar xistin û di vê demê de 55 tîmên amade hevrikên xwe nas kirin.

Ev pêşbirkana dê di pênc koman de ji pênc tîman û pênc koman ji şeş tîman werin lidarxistin.

Tîmên Belçîka, Fransa, Brîtanya, Portegal, Spanya, Îtalya, Krvatistan, Danîmark, Almanya û Hollanda di tûra yekem de ne, tîmên Swîsre, Wales, Polonya, Swêd, Avusturya, Ukrayna, Sirbîstan, Tirkiye, Slovakya û Romanya di tûra yekem de ne. Tîmên din li cîhên sêyemîn heta şeşan bûn.

Tîmên yekem ên her komê dê rasterast biçin Kûpaya Cîhanê ya Qatar, û tîmên duyemîn ên her komê dê ji bo playoffê li Qatar têbikoşin.

Serepeyv