Pêşbirkên Cîhanî yên Guleştê hat betalkirin
Mijdar 11, 2020 10:54 Asia/Tehran
Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê ragihand ku Pêşbirkên Cîhanî yên Guleştê-2020 li Sirbistanê hatiye betalkirin.
Li gorî rapora ISNAyê, Beriya niha biryar bû ku Pêşbirkên Cîhanî yên Guleştê rojên 12 heta 20ê Kanûnê (Desember) lin bajarê Bilgrada Sirbistanê were lidarxistin.
Yekîtiya Cîhanî ya Guleştê pêştir ragihandibû ku heke biryar be Pêşbirkên Cîhanî yên Guleştê di sala 2020 da be, divê jibo lidarxistina her pêşbirkekê 8 tîm ji 10 tîmên sereke yên Rêzebendiyê û herîkêm sedî 70 ji beşdarên sala pêş têda beşdar bin.
Ev di halekî da ye ku beriya vêya Amerîka, Japon, Qezqistan û Kûbayê ji ber Vîrûsa Koronayê dev ji van pêşbirkan berdabûn.