Mijdar 10, 2020 17:07 Asia/Tehran
  • Tîma Avrîn di turnuveya

Tîma Avrîn a jinan a li hemberî tîma Agirî bi ser ket bû, şampiyona turnuveya fûtbolê ya jinan a "Zeyneb Mamo".

Turnuveya futbolê ya jinên ciwan a "Zeyneb Mamo" di 3'yê Cotmeha borî de bi beşdarbûna 8 tîman dest pê kir. Turunve navê lîstikvana Tîma Babins Zeyneb ji ber vîrusa koronayê wefat kir, hilgirt.

Tîmên ku beşdarî turnuveyê bûne ev in: Avrîn ji Til Rifet, Agirî ji Til Qerah û Şêrawayî, Armanc, Aqîbe, Zenûbiya, Berxwedan û Dengê Efrînê.

Maça dawî di navbera tîmên Avrîn û Agirî li stada Babins a Şehbayê hate lîstin. Tîma Avrîn (2-1) bi ser ket û bû şampiyona turnuveyê

Serepeyv