Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê di rêzebendiya cîhanî da pileyekê hilkişiya
Cotmeh 22, 2020 14:48 Asia/Tehran
Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê bi pileyeke hilkişiyanê, kete cîgeha bîst û nehem a cîhanê.
Li gorî rapora IRNAyê, Federasiyona navneteweyî ya Fûtbalê (FIFA) rêzebendiya tîmên neteweyî di Cotmeha 2020î da ragihand; Li gorî vê pilebendiyê, Tîma Neteweyî ya Fûtbala Îranê pêka rêzebendiya pêşîn sê puen zêdetir bi dest xist û bi 1492 puenan piştî Japonê, bû duyemîn tîma Asyayê.
Beljîka, Fransa, Inglîs, Portekîz, Spanya, Urugûe, Arjantîn, Kroasî û Kolombiya 10 tîmên sereke di vê rêzebendiyê da ne.