Hevrikiya navbera tîma fûtbola Îranê û ya Maliyê îbtal bû
Hevrikiya navbera tîma neteweyî ya fûtbola Îranê û ya Maliyê ji ber ku çend lîstkvanên tîma vî welatî bi koronayê ketine îbtal bû.
Îro sêşemê li gor ragihandina Fedrasiyona Fûtbolê ya Îranê ku Fedrasiyona Tirkiyê jî ew piştrast kir, hevrikiya îro ya dostane ku biryar bû di navbera Tîma Neteweyî ya Fûtbola Îranê û Maliyê li derbiketa, lê ji ber ku îsbat bû çar lîstkvanên tîma Maliyê bi Koronayê ketine û jimara lîstikvanên wê nagihêje asta lîstikê, ev hev rikî îbtal bû.
Tîma Neteweyî ya Îranê piştî serketina bi 2-1 li hemberî Uzbekistanê ku Serdar Azmûn û Mehdî Taremî lêxistibûn ji bo hevrikiya bi tîma fûtbolê ya neteweyî ya Maliyê çû Tirkiyê, lê piştî îbtalbûna vê hevrikiyê, Tîma Îranê dewrek meşq û rahênanê li bajarê Antalyaya Tirkiyê li dar xist.