Pêgîriya Îran û Omanê li ser berfirekirina hevkariyên medyayî
Sefîrê Îranê li Omanê û wezîrê ragihandin û medyayê yê vî welatî di hevdîtinekê de li ser berfirekirina hevkariyên du welatan di mijarên çandî, hunerî û medyayê pêgîrî kirin.
Sefîrê Îranê li Omanê Elî Necefî Xoşrûdî îro di hevdîtina wezîrê ragihandin û medyayê yê vî welatî Ebdullah bin Nasir el-Herasî de bal kişand ser zirûf û îmkan û karînên Komara Îslamî ya Îranê û xwest ku bila hevkariyên du welatan bi taybet di mijarên çandî, hunerî û medyayê berfire bibe.
Necefî Xoşrûdî hevkariya du welatan di warê dîplomasiya gelêrî û pêwendiyên çandî jêdera sereke ya berfirebûna pêwendiyên aborî da zanîn û diyar kir ku Îran ji bo hevkariyên medyayî û çandî amade ye wî herwiha desnîşan kir ku Îran amade ye di warê lidarxistina pêşangehên çandî û hêsankirina hewldanên çandî û medyayî de bi Omanê re bicebite.
Wezîrê ragihandin û medyayê yê Omanê Ebdullah bin Nasir el-Herasî jî pêşewaziya berfirekirina hevkariyên çandî û hunerî yên du welatan kir û got: Pêwendiyên Îran û Omanê kûr û dîrokî ne û ev pêwendî bi tenê navbera dewletan nîne belkî netewên du welatan jî pêwendiyên qahêm bi hev re hene.