Îlon 30, 2020 12:13 Asia/Tehran
  • Pêrspolîsa Îranê: Duyemîn taxima sereke ya Fûtbala Asyayê

Taxima Fûtbala Pêrspolîsa (Pîrûzî) Têhranê piştî serketinên di Lîga Qehremanên Asyayê hilkişiya rêza duyem a taximên sereke yên vê parezemînê.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB Newsê, Malpera Footi Rankingê rêzebendiya xwe ya herî nû ya kilûbên Asyayê di sala 2020î da heta Îlonê ragihand ku li gorî vê, Taxima Kaşîma Antlerz a Japonê di pileya yekem û Taxima Fûtbala Pêrspolîsa (Pîrûzî) Têhranê di rêza duyem da ye.

Li gorî vê rêzebendiyê, taximên El-Hilala Erebistanê û El-dehîla Qeterê jî di rêzên sêyem û çarem da ne.

Taxima Fûtbala Pêrspolîsa (Pîrûzî) Têhranê di qonaxa komkî ya Lîga Qehremanên Asyayê da hevkoma Teavona Erebistanê, Dehîla Qeterê û Şarceya Imaratê bû û karî bi 10 puenan wek taxima sereke hilkişe qonaxa heşt yeka dawiyê.

Di vê qonaxê da Taxima Fûtbala Pêrspolîsê dê îro Çarşemiyê biçe pêşberî Paxtakûra Uzbekistanê.

 

 

 

Serepeyv