Tîrmeh 03, 2020 17:50 Asia/Tehran
  • Şikesta şetrencbaza Rûs li hemberî şetrencbaza Îranî

Şetrencbaza Rûs Elga Gerya li hemberî Sara Xademelşerîye şetrencbaza Îranî ya tîma neteweyî ya şetrenca Îranê li pêşbirkeya Online a Xelata Mezin ya jinan şikest.

Pêşbirkeya Online a Xelata Mezin ya jinan li beşa lezgîn ya bi navê Fîdeh bi mazûvaniya malpera Chess.com li dar ket, Sara Xademelşerîye di lîstika xwe ya duyem de karî li hemberî şetrencbaza rûs Elga Gerya ser bikeve û derbas qonaxa çarekê ya Fînalê bibe.

Wê li qonaxa yekem a van pêşbirkeyan karîbû Irina Crash şetrencbaza amerîkî ji ser riya xwe wê de bide .

Xademelşeriye ji bo derbasbûna qonaxa Fînalê divê li hemberî şetrencbaza Ûkraynî Ana Oshnina ku li cîhanê bi nav û deng e bilîze û wê şikest bide.