-
Pisporên amerîkî dibêjin: Têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê xurt in
Tîrmeh 22, 2020 01:16Li gorî rapora Hawar Newsê, Pispor û lêkolînerên amerîkî gotin: “Mikurhatina dewleta Tirkiyê a ji bo revandina malbeteke DAIŞ’î ji kampa Holê, têkiliyên wê yên xurt ên bi DAIŞ’ê re diyar dike. Tişta ku Tirkiye dike şaş e, binpêkirina peymanên navdelwetî ne û bêrêziya li hemberî NATO'yê ye."
-
Amerîkayê 8 balafirên F-35 ên Tirkiyê da artêşa xwe
Tîrmeh 21, 2020 10:34Amerîka 8 ji wan balafirên şer ên F-35 ku ji bo Tirkiyê hatine çêkirin, radestî Hêza Esmanî ya artêşa xwe kirin. Senata Amerîkayê jî desthilat daye Hêza Esmanî ya welatê xwe ku heşt balafirên ji bo Tirkiyê hatine berhemanîn, veguhêze.
-
Tirkiye: Bi mûşekan êrişî leşkerên me kirin, 2 leşker kuştin
Tîrmeh 21, 2020 08:39Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê 2 leşker hatine kuştin.
-
Tirkiye-20 kesên din ji ber koronayê mirine
Tîrmeh 21, 2020 06:54Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku 918 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 20 kes jî bi Koronayê mirine.
-
Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
Tîrmeh 19, 2020 19:02Hejmara cenazeyên koçberan ên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an.
-
19ê Tîrmehê; Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
Tîrmeh 19, 2020 18:58Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên vîrûsa koronayê parve kir û ragihand ku îro ji ber koronayê 16 kesan jiyana xwe ji dest daye.
-
Bi teqîna mayînê 3 çekdarên Tirkiyê li Hekariyê hatin kuştin
Tîrmeh 19, 2020 06:51Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 3 çekdarên vî welatî ji ber teqîna mayînê li parêzgeha Hekariyê hatine kuştin.
-
Çêkirina yekem karistana berhemanîna erebeya neteweyî ya Tirkiyê destpê bû
Tîrmeh 19, 2020 06:25Roja bihurî çêkirina yekem karistana berhemanîna erebeya neteweyî ya Tirkiyê destpê bû.
-
Sancar: "Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye"
Tîrmeh 19, 2020 06:06Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Hatayê di “Civîna Gelan û Baweriyan" de bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiah got: "Şerê li Rojhilata Navîn pêş dikeve ne çareserî ye. Beriya her tiştî pêdivî bi Tevgera Aştiyê ya Rojhilata Navîn heye."
-
18ê Tîrmehê; 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
Tîrmeh 19, 2020 05:56Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê şewba vîrûsa koronayê de daxuyanî da û diyar kir ku îro 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 918 kes bi vîrûsê ketin.