-
Daxuyaniyên PKK û Dewleta Tirkiyê derbarê kuştina hêzên hevdu
Tesrîn 02, 2020 16:48PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftanînê bi çalakiyeke taybet 6 hêzên Tirkiyê hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû. Ji aliyê din ve dewleta Tirkiyê jî dibêje 9 endamên PKK li bakura Iraqê kuştine
-
Hejmara miriyên erdheja Îzmîrê zêde bû û gihêşte 91 kesan
Tesrîn 02, 2020 18:30Li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê roja 30 Cotmehê erdhejek bi giraniya 6,6 rîşteran qewimî û hejmara miriyên di encama wê erdhejê de niha derket 91 kesan.
-
Li Tirkiyê 76 kes bi Koronayê mirin
Tesrîn 02, 2020 18:07Li Tirkiyê di 24 saetên derbasbûyî de 76 kes ji pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 302 haletên nû yên pêketinê jî hatine tomarkirin.
-
Ermenistanê hişyariya belavbûna terorê da
Tesrîn 02, 2020 12:51Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê piştî girtina 2 çeteyên sûrî yên girêdayî Tirkiyê ku li kêleka artêşa Azerbêcanê şer dikir, diyar kir ku dê Ermenistan şerê li dijî terora navneteweyî bidomîne û hevkariya di vî warî de bi tevahiya hevalbendên têkildar re berdewam bike.
-
Davutoglu: Erdogan ji koronayê xeternaktir e
Tesrîn 02, 2020 12:04Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu êrişî siyaseta serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir û got "Erdogan li dijî Ewropa û cîhanê gefa herî mezin e."
-
Babacan: Nabe ku bazar li ser mafên bingehîn ên Kurdan bê kirin
Tesrîn 02, 2020 08:34Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA), Alî Babacan îro li Riha ya kurdên Tirkiyê beşdarî kongreya partiya xwe ya wê parêzgehê bû û ragihand, wan li Enqerê têkildarî Pirsa Kurd li Tirkiyê du rojan komxebat pêk anîne û tekez kir, nabe mafên bingehîn ên Kurdan bibin mijareke bazarê.
-
Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê zêde dibe
Tesrîn 02, 2020 07:55Li Îzmîrê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe û li gor AFADê heta niha 79 kesan canê xwe ji dest dane.
-
Tirkiyê: Dê erka keştiya lêgerîna li gazê heta 14`ê Mijdarê dewam bike
Tesrîn 02, 2020 05:46Dewleta Tirkiyê duh ragihand ku dê erka keştiya lêgerîna li gazê heta 14`ê Mijdarê dewam bike û ev mesela bû sedem ku careke din aloziya li rojhilatê Deryaya Spî kûrtir bibe.
-
Ji duh heta îro 1ê Mijdarê; 74 kesên din li Tirkiyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
Tesrîn 01, 2020 19:29Li Tirkiyê, ji ber şewba vîrûsa koronayê 74 kesên din jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 106 kes jî bi vîrûsê ketin.
-
Du rayedarên Tirkiyê bi şewba Koronayê ketin
Tesrîn 01, 2020 19:26Li gorî rapora Kurd Pressê, Silêman Soylûyê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bi şewba Koronayê ketiye û li nexweşxaneyeke Enqerê da ye.