-
Fransa: Li dijî Tirkiyê hemû alternatîf li ser masê ne
Tesrîn 04, 2020 16:16Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean- Yves Le Drîan diyar kir ku peywendiyên di navbera Fransa-Tirkiyê ji rêjeyek nayê pejirandin derbas kiriye û tevgerên wê “gef” in, hemû alternatîfên li dijî Tirkiyê li ser masê ne.
-
Parêzerên du kurdên artêşa Tirkiyê ew ji helîkoptêrê avêtibûn serî li Dadgeha Destûra Bilind dan
Tesrîn 04, 2020 11:26Parêzerên Servet Tûrgût û Osman Şiban ên ku artêşa Tirkiyê ew ji helîkoptêrê avêtibûn jêr serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk dan.
-
HDP: Hikûmeta AKP-MHP siyaseta demokratîk kirin hedef
Tesrîn 04, 2020 10:42HDP'ê têkilî operasyonên ku navê "Qirkirina siyasî yên 4'ê Mijdarê yên dijî HDP'ê" lê kiriye daxuyanî da û got, ''Pratîka darbeyê ku beriya bi 4 salan hatî destpêkirin, di ser partiya me û vîna bi milyonan ku deng dane partiya me, qada siyaseta demokratîk kirine hedef.''
-
Hejmara miriyên erdheja li Îzmîrê gihişt 111 kesan
Tesrîn 04, 2020 06:57Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de gihiştiye 111 kesan û tedawiya 137 kesan jî berdewam e.
-
Serokerkanê Yewnanistanê: Tevgerên Enqerê aştiya li herêmê dixin xetereyê
Tesrîn 04, 2020 05:13Serokerkanê Yewnanistanê siyaseta dewleta Tirkiyê ya li rojhilatê Deryayê Spî rexne kir û piştrast kir ku Enqere li dijî mafên serdestiyê yên welatê wî disekine, aştî û aramiya li herêmê dixe xetereyê.
-
Osman Şîban: "Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin"
Tesrîn 03, 2020 09:39Osman Şîban ê eskeran ew li Navçeya Şaxê ya Wanê binçav kirin û ji helikopterê avêtin, axivî û got: “Dema em nêzî cihê qişlayê bûn, bi bêtêlê gotin ‘terorîst heye di helikopterê de'. Aliyê din jî gotin ‘Wan daxin'. Li ser vê yekê ewil cenaze avêtin xwar û piştre jî em ji helikopterê avêtin xwarê."
-
Li Wanê - Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
Tesrîn 03, 2020 08:45Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.
-
Li navçeya Qelqeliya Wanê, Agir bi Bazara Rûs ket
Tesrîn 03, 2020 08:34Li navçeya Qelqeliyê, ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi Bazara Rûs ket û gelek dikan şewitîn.
-
Aydenîz: Kobanê hêla me ya sor e
Tesrîn 03, 2020 08:31Hevseroka Giştî ya ya DBP'ê Salîha Aydenîz, roja Yekşemiyê di axaftinekê da bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê, ev bajarê Kurdistana Sûriyê wek Hêla Sor a Kurdan bi nav kir.
-
Festîval îsal 'Ji bo her kesî edalet'ê digire dest
Tesrîn 03, 2020 05:06Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê îsal di navbera 20-26'ê mehê de online li dar dikeve. Bernameya festîvalê jî bi ser online hat eşkere kirin.