-
Li Tirkiyê gotûbêjên li ser qutkirina budceya HDPê berdewam in
Çile 07, 2021 05:01Piştî ku Serokê Giştî yê Partiyanijadperest a Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî daxwaza girtina HDPê kir mijara girtina HDPê, yan jî cezakirina wê her di rojevê de ye. Li gor medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyê, beşa budceya HDPê ya ji xezîneya Tirkiyê wedigire, dê li gorî madeya 68ê ya destûrê ya bi hukmê “nabe partiyên siyasî ji bo tawanan teşwîq bike” were qutkirin.
-
Termê 3 parêzeran di malekê li Amedê de hat dîtin
Çile 07, 2021 06:07Li Amedê di malekê de termê 3 kesan hat dîtin. Hat zanîn ku kesên canê xwe ji dest dane, Parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer Mahsun Akbaş in. Baroya Diyarbekirê ragihand, dibe ku sedema mirinê jehrîketina ji gaza siruştî be.
-
Pêşbîniya rojnameya Guardian'ê: 2021 sala zêdebûna tundûtûjiya Erdogan dijî Kurdan e
Çile 06, 2021 10:06Rojnameya Guardian'ê pêşbînî kiriye ku serokomarê Tirkiyê sala 2021ê dê tundûtûjiyeke Zêetir dijî kurdan bi taybet li Sûriyê pêk bîne.
-
Li Tirkiyê Ji pêr heta duh testa Kovîd-19ê ya 14 hezar û 494 kesan pozîtîf derket, 194 kes mirin
Çile 06, 2021 05:22Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 183 hezar û 413 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 14 hezar û 494 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.
-
Semsûr - Di nav 5 salan da 530 hezar kes çûn serdana Çiyayê Nemrûdê
Çile 06, 2021 05:22Çiyayê Nemrûdê yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire û ji deverên herî xweş ên hilhatin û avabûna rojê lê tê temaşekirin tê hesibandin di nav 5 salan da 530 hezar turîst ezimand.
-
Li Stenbolê gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin destgîrkirin
Çile 05, 2021 18:32Polîsan avêtin ser malên Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ku 'Rektor ê qeyûm' şermezar kiribûn. Di encamê de gelek xwendekar hatin destgîrkirin.
-
Dadgeha dewleta Tirkiyê îtîraza parêzerên Leyla Guven red kir
Çile 05, 2021 18:01Dadgeha dewleta Tirkiyê îtîraza parêzeran a li dijî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven red kir.
-
SOHR: Tevgera artêşa Tirkiyê li “herêmên bêçek” ên Sûriyê berdewam e
Çile 05, 2021 17:46Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) i bîr xist ku tevgerên artêşa Tirkiyê li “herêmên bêçek” zêde bûye. Ji hin nuqteyan vedikişe û di heman demê de rojane sewqiyatan derbasî axa Sûriyê dike.
-
Kovareke amerîkî: Bêdengiya Biden li ser girtina Demirtaş û Leyla Guven durûtiyeke xeter e
Çile 05, 2021 16:59Kovara National Interest a amerîkî nivîsd:Sûcên Erdogan ên li dijî siyasetmedarên Kurd ên ku bi awayekî demokrat hatine hilbijartin, ji bo serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden ku di hemleya xwe ya hilbijartinê de bi kar dianî, hevrikiyeke mezin bû. Lê neaxaftina Biden li ser girtina Selahettin Demirtaş û Leyla Guven durûtiyeke xeter e.
-
Derbarê 4 parlementerên HDP’ê fezeleke amade kirin
Çile 05, 2021 16:41Fezlekeyên ji bo rakirina destlênedayîna parlementeriya parlementerên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu, Omer Ocalan, Nûsret Maçîn û Remziye Tosun pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.