-
Dozgerên Tirkiyê biryara desteserkirine 532 kesan bi tometa piştgiriya ji Gulen da
Nîsan 26, 2021 13:56Dozgerên Tirkiyê biryara desteserkirina 532 gumanbaran da , 459 kes ji wan karmendên artêşa Tirkiyê ne bi tometa ku peywendiya wan li gel Tevgera Gulen heye, ku Tirkiyê wê wek “tevgerek teroristî” binav dike û ser bi Fethullah Gulen e û wê bi hewla derbeya leşkerî ya 2016an tometbar dike.
-
Doza bûyerên Kobaniyê li Enqerê destpê kir
Nîsan 26, 2021 17:31Li Enqere, doza bûyerên Kobaniyê destpê kir û di vê dozê de hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jî li gel hejmareke girtiyên din têne darizandin.
-
PKK û Tirkiyê amarên kuştî û birîndarên şerê li Herêma Kurdistanê belav kirin
Nîsan 26, 2021 16:54Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama êrişên li nav axa Herêma Kurdistanê bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê de, heta niha 31 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên wan hatine kuştin û herwiha 6 leşker jî birîndar bûne. PKKê jî debarê şer û pevçûnan de amareke din belav kir û dibêje 19 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
PKKê dibêje 8 leşkerên Tirkiyê kuştine, lê ev welata tenê kuştin serbazekî piştrast dike
Nîsan 26, 2021 05:49Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. PKKê dibêje di vî şerî de 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.
-
Hin berûlayên bûyera işkencekirina û kuştina kolberên kurd ên îranî li Tirkiyê
Nîsan 25, 2021 13:13Endamên Komîsiyona mafên mirovan a Navenda parêzeran a Wanê karesata hatiye serê kolberên îranî vekolandin.
-
Parlementerê HDPê daxwaza bersivdana wezîrê karên hundir derbarê îdiaya işkenceya du Kolberên îranî kir
Nîsan 25, 2021 13:00Teyib Temel, Parlementerê HDPê bi pirsîna pirsa parlemanî ji weîzrê karên hundir ê Tirkiyê xwest ku derbarê bûyera ku hatiye serê kolberên îranî raporê bide.
-
Berteka Tirkiyê li hemberî bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan ji aliyê Amerîkayê va
Nîsan 25, 2021 05:25Tirkiyê Şemiyê bi şev kiryara Joe Biden a bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan bêbingeh da zanîn.
-
Serokomariya Tirkiyê: Daxuyaniya Biden bi ti awayî nayê qebûl kirin
Nîsan 24, 2021 19:02Serokomariya Tirkiyê biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden ya naskirina jenosîda ermeniyan red dike û banga sererastkirina biryarê dike.
-
Joe Biden komkujiya Ermeniyan wek qirkirin bi navkir
Nîsan 24, 2021 17:47Serokê Amerîkayê Joe Biden, komkujiya Ermeniyana a ku di sala 1915’an de ji aliyê Osmaniyan ve pêkhatibû, bi fermî wek qirkirin(Jenosîd) bi nav kir.
-
HDP: 106 sal e Tirkiye ji rûbirûbûna jenosîda Ermenî direve
Nîsan 24, 2021 13:45Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku 106 sal e Tirkiye naxwaze jenosayda Ermeniyan(komkujiya Ermeniyan) qebul bike û bang li Tirkiyê kir ku “Rûbirûyê şerma Jenosayda Ermeniyan bibe.” Desteya Rêvebiriya Navendî ya HDPê derbarê 106emîn salvegera Jenosayda Ermeniyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.