-
Wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniya Biden a derbarê Komkujiya Ermeniyan protesto kir
Nîsan 24, 2022 11:53Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazbûn li beramber daxuyaniya Serokê Amerîkayê Joe Biden a derbarê Komkujiya Ermeniyan de nîşan da.
-
HDPê derbarê Komkujiya Ermeniyan de daxuyaniyek da
Nîsan 24, 2022 16:08Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta 107emîn Salvegera "Komkujiya Ermeniyan" de daxuyaniyek belav kir û got “107 sal di ser karesata mezin a komkujiya etnîkî û baweriyê re derbas bûn. Vê proseyê bi sirgunkirina bi sedan Ermenî û bi aweyekî sîstematîk kuştina gelekan ji wan berdewam kir.”
-
Peyama Erdogan ji bo Patrikê Ermeniyên Tirkiyê: Ez Ermeniyên Osmanî bi rêzdarî bibîr tînim
Nîsan 24, 2022 15:44Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di peyama xwe ya ji bo Patrikê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan de got, "Ez careke din Ermeniyên Osmanî yên ku canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim û ji merivên wan ên mayî re sersaxiyê dixwazim."
-
Sed û Heftemîn Salvegera Nijadkujiya Ermeniyan ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve
Nîsan 24, 2022 12:03Îro Yekşemê (24ê Nîsanê) 107emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan a sala 1915an e ku ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve hatiye kirin.
-
Daxuyaniyên dawiyê yên PKK û Tirkiyê derbarê şerê wan li Herêma Kurdistanê
Nîsan 24, 2022 05:52Hêzên PKKê ragihand ku duh li devera Zap û Avaşîn 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama êrişên wan de 11 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.
-
Parlamenterekî HDPyê daxwaz kir ku Tirkiye îtirafê bi Komkujiya Ermeniyan bike
Nîsan 23, 2022 11:55Bi rêya pêşnumayê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan daxwaz kir Tirkiye îtirafê bi Komkujiya Ermeniyan bike.
-
Li Tirkiyê elektirîk, gaza xwezayî û petrol li gor Ewropayê sê qat zêdetir bûye
Nîsan 23, 2022 11:36Li gor amarên dawî yên Ofîsa Amaran a Yektiya Ewropayê (Eurostat) ên derbarê bihabûna enerjiyê de li Ewropayê, bihabûna herî zêde ya elektirîk, gaza xwezayî û petrolê li Tirkiyê hatiye tomarkirin û nirxê enerjiyê li Tirkiyê li gor welatên Ewropayê sê qat zêdetir bûye.
-
Erdogan pişt rast kir ku di operasyonên li bakurê Iraqê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Nîsan 22, 2022 15:56Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku di operasyona artêşa tirk de ya li bakurê Iraqê 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
-
Êrîşa bi roketan ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bakurê Iraqê
Nîsan 22, 2022 15:19Baregeheke artêşa Tirkiyê ya li herêma Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Iraqê bû hedefa roketan.
-
Wezîrî Navxwe yê Tirkiyê: Teqînên li Bursa û Stenbolê karê rêxistinên ser bi PKKê ye
Nîsan 22, 2022 14:03Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku herdu teqînên pêr û duh ên li Stenbol û Bursayê ji aliyê rêxistinên ser bi PKKê ve hatine pêkanîn. Suleyman Soylu du rêxistinên MLKP û DKP-BOG wek aliyên êrîşkar da naskirin, lê wan aliyan li ser teqînan ti daxuyanî nedane.