-
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bombeyek teqiya
Nîsan 22, 2022 05:31Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê teqînek pêk hat û ziyanên madî çêbûn.
-
Polîsên Tirkiyê 78 li Meletî û Moglayê koçber desteser kirin
Nîsan 21, 2022 14:00Li parêzgeha Meletiyê ya Tirkiyê 32 koçber û li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê jî 46 koçber hatin desteserkirin.
-
Erdoxan: Meseleya Qudsê tiştek e, têkiliya me bi Israîlê ra tiştek din e
Nîsan 21, 2022 07:47Serokkomarê Tirkiyê ku demek beriya niha mazûvaniyeke germ ji serokê Rejîma Siyonîst kir, têkiliya welatê xwe bi vê rejîmê ra tiştekî cida ji Quds û Filisstînê zanî.
-
383 girtîgeh li Tirkiyê hene; Sancar: Ev hejmar zêde dibe
Nîsan 21, 2022 04:51Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna vê hefteyê ya fraksîyona partiya xwe ya li parlimana Tirkiyê de diyar kir ku hejmara girtîgehan dê li Tirkiyê zêde bibin.
-
Roja sêyem a destdirêjiya Tirkiyê ser bakûrê Iraqê: PKK û Tirkiyê amarên şer belav kirin
Nîsan 20, 2022 17:22Di sêyemîn roja operasyona Tirkiyê ya li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, HPGê, baska leşkerî ya PKKê ragihand ku li Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan di pevçûnan de 62 leşkerên Tirkiyê û 7 hêzên PKKê hatine kuştin. Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihandiye ku li herêmê di şikeftekê de dest bi ser gelek çek û cebilxaneyê de girtine.
-
Li Bursaya Tirkiyê teqînek pêk hat: Kesek hat kuştin
Nîsan 20, 2022 09:19Li navçeya Orhangaziyê ser bi parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, di dema derbasbûna otobusa karmendên girtîgehê de teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat dibêje ku eger heye ew êrişeke plankirî be.
-
Dewama destdirêjiya Tirkiyê ser bakûrê Iraqê: Efserekî din ê artêşa Tirkiyê hat kuştin
Nîsan 20, 2022 07:01Efserekî din ê artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin.
-
Li navçeyeke Kurdistana Tirkiyê bajarekî binerdê hat dîtin
Nîsan 19, 2022 15:23Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Kurdistana Tirkyê ve, di xebata kolandinê ya tîmeke arkologan de ku ji beriya du salan ve hatibû destpêkirin, bajarekî binerdê hat dîtin.
-
HDPê bo doza daxistinê parastina xwe amade kir
Nîsan 19, 2022 14:57Partiya Demokratîka Gelan HDP piştî doza daxistina vê partiyê ya hatî vekirin, parastina xwe ya despêkê ya di derbarê doza daxistinê de xilas kir û dê sibe yan dusibe radestê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bike.
-
Li ser berdewamiya êrişa Artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê, daxuyaniyên nû ji aliyê Tirkiye û PKKê ve
Nîsan 19, 2022 12:52Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma operasyona Pence-Kilîd û li xeta sînorê Metîna-Zap-Avaşînê efserekî wan hatiye kuştin. Li aliyê din PKKê da zanîn ku di şerê li Avaşînê de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.