-
Artêşa Tirkiyê gundên Dêrsimê bombebaran dike
Hezîran 11, 2022 13:54Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di çarçoveya operasyona Eren Dorpêç-7 de derdora çend gund û deverên navçeyên Xozat, Pulur û Çemîşgezekê yên Dêrsima Kurdistana Tirkiyê bombebaran dikin û di encam de agir bi daristanên beşek ji wan gundan ketiye.
-
16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê hatin girtin
Hezîran 11, 2022 09:53Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, hevserokên wê jî di nav de 16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇZÎDER) bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 6 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
-
Li Tekîrdagê 10 siyasetmedarên din ên Kurd hatin girtin
Hezîran 11, 2022 09:29Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê ji 37 siyasetmedar û endam û algirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di operasyonekê de hatibûn destserkirin, bi biryara dadgehê 10 kesên din jî hatin girtin. Piştî van girtina bi giştî hejmara kesên ku hatin girtin gehişte 29 kesan û 8 kes jî hatin berdan.
-
Zêdebûna hejmara bêkaran li Tirkiyê
Hezîran 10, 2022 14:18Saziya Amaran a Tirkiye (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê rêjeya bêkariyê di meha Nîsana 2022ê de %0.1 zêde bûye û gihiştiye %11.3.
-
Li Rihayê 7 qaçaxçî û 36 koçber hatin desteserkirin
Hezîran 10, 2022 10:36Li parêzgeha Rihayê ya Kurdistana Tirkiyê 36 koçberên ji 4 welatan û herwiha 7 qaçaxçî hatin desteserkirin.
-
Tirkiyê 221 koçberên efxan desteser kirin û vegerandin Efxanistanê
Hezîran 10, 2022 09:35221 koçberên Efxan ku bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyê bûbûn di bin kontrola polîsan de ji balafirgeha Stenbolê hatin şandin bo Efxanistanê.
-
Aloziyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de
Hezîran 10, 2022 08:54Rapora dawî ya Parlemana Ewropayê ya li ser Qibrisê, Enqere hêrs kir.
-
Li Wana Tirkiyeyê 24 koçberên bêdestûr hatin girtin
Hezîran 09, 2022 09:34Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 24 koçberên bêdestûr ên ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî ketine nav vî welatî, hatin girtin.
-
Komeleya Elewiyan a Hubyar Sultanê li Stenbolê kete ber êrîşeke çekdarî
Hezîran 09, 2022 04:37Hate ragihandin ku li navçeya Okmeydani ya Stenbolê ya Tirkiyê li dijî Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultanê êrîşeke çekdarî pêk hat.
-
Tirkiyê careke din HSD wek merc danî ber Fînland û Swêdê
Hezîran 09, 2022 04:25Serokkomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya bo NATO'yê de careke din careke din HSD wek merc danî Fînland û Swêdê û got “Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belavkirin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATO'yê. Bo NATO'yê jî heman tişt rast e.”