-
Nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî gihişte asata herî bilind a îsal
Îlon 08, 2022 12:23Li Tirkiyê bilindbûna bihayê dolarê Amerîkî li bermaber lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û her dolareke Amerîkî gihîşt 18.24 lîreyê Tirkî. Bi vî awayî nirxê dolar li beramber lîreyê Tirkî gihişte asata herî bilind a îsal.
-
Biryara Komkara Erebî li hemberî destêwerdanên Tirkiyê di nav welatên Erbî de bû sedema hêrsbûna Tirkiyê
Îlon 08, 2022 06:39Tirkiye biryar û daxuyaniyên Komkara Ereban ên derbarê dagîrkerî û destêwerdanên Tirkiyê di karûbarên navxwe yên welatên Erebî (Sûriye û Iraq), red dike û dibêje, Tirkiye dê şerê xwe yê li dijî gefên terorê yên li ser ewlehiya wê ya netewî berdewam bike.
-
Yewnanistan bo Tirkiyê: Yên xeyala êrîş û fethê dibînin bila sê-çar caran bifikirin
Îlon 08, 2022 06:05Sekomarê Tirkiyê li Bosnayê careke din gefa xwe ya êrişa ser Yewnanistanê dûbare kir û li ser pirsekê derbarê operasyoneke leşkerî ya welatê xwe ser Yewnanistanê de got “Eger dema wê hat em ê şevekê ji nişkeke ve bên. Ev gefên wî bûn sedema bertekên tund ji aliyê rayedarên Yewnanistanê.
-
Golên Tirkiyê di bin xetera jinavçûnê de ne
Îlon 07, 2022 14:31Gola sêyemîn a Tirkiyê li ber jinavçûnê ye.
-
Li Mêrsîna Tirkiyê agir bi daristanê ket
Îlon 07, 2022 07:49Li navçeya Gulnar a ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê ve agir bi daristanê ket û kedkarên vemirandina agir ji bo temirandina wê dest bi kar bûn.
-
Erdogan careke din gefa êrişê li Yunanistanê xwar: Em ê şevekê ji nişkê ve bên
Îlon 07, 2022 04:22Sekkomarê Tirkiye li Bosnayê careke din gef li Yunanistanê xwar û derbarê êrişa leşkerî ya welatê xwe ser Yunanistanê got “Eger dema wê bê em ê şevekê ji nişkê ve bên.
-
Pêşbîniyên hikûmeta Tirkiyê yên dolar û enflasyonê di 4 salan da hatin eşkerekirin
Îlon 06, 2022 12:49Hikûmeta Tirkiyê Bernameya xwe ya Pêşbîniya Rewşa Aboriyê bo salên di navbera 2022 heta 2025an di Rojnameya Fermî de belav kir. Ew bername ji aliyê Serokayetiya Bûdceya Tirkiyê ve hatiye amadekirin û tê de pêşbiniyên hikûmetê yên di derbarê geşedana aborî, nirxa dolarê, rêjeya bêkarî û enflasyonê û çend mijarên din ên aborî de cih digirin.
-
Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Komara Azerbaycanê û Tirkiyê dest pê kir
Îlon 06, 2022 04:00Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê ragihand ku hêzên asimanî yên Tirkiye û Komara Azerbaycanê ji roja Duşemiyê va tetbîqata leşkerî ya bi navê "Bazê Tûr-Az 2022" li bajarê Genceyê yê vî welatî dest pê kir.
-
Semra Guzel: Morala min baş e, ji ber ku heq li aliyê min e
Îlon 05, 2022 14:16Parlementera binçavkirî ya Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) bi şandina peyamekê ji zîndanê ragihand ku morala wê baş e, ji ber ku heq li aliyê wê ye.
-
Erdoxan dê serdana Balkanê bike
Îlon 05, 2022 09:17Receb Teyib Erdoxan dê serdana navçeya Balkanê bike.