Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Komara Azerbaycanê û Tirkiyê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336280-tetbîqata_leşkerî_ya_hevpar_a_komara_azerbaycanê_û_tirkiyê_dest_pê_kir
Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê ragihand ku hêzên asimanî yên Tirkiye û Komara Azerbaycanê ji roja Duşemiyê va tetbîqata leşkerî ya bi navê "Bazê Tûr-Az 2022" li bajarê Genceyê yê vî welatî dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 06, 2022 04:00 Asia/Tehran
  • Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Komara Azerbaycanê û Tirkiyê dest pê kir

Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê ragihand ku hêzên asimanî yên Tirkiye û Komara Azerbaycanê ji roja Duşemiyê va tetbîqata leşkerî ya bi navê "Bazê Tûr-Az 2022" li bajarê Genceyê yê vî welatî dest pê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê da hatiye, Vekolandina danûstandin û qabiliyeta hevkariya di warê şêr da û pêkanîna kiryarên lêgerîn û rizgarkirinê di rojeva vê tetbîqatê da ye.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, ev tetbîqat dê heta 16ê Îlonê were domandin.

Komara Azerbaycanê û Tirkiyê di piraniya waran da peywendiyeke berfireh hene. Enqereyê di şerê 44 rojî tê Qerebaxê yê sala 2021ê di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê gelekî alîkariyên istixbaratî û çekdarî raaberî Bakûyê kirin û ji piştgirên vîê welatî yên sereke bû.