-
Bihayê madeyên xwarinê li Tirkiyê rekora cîhanê li pey xwe hîşt
Îlon 17, 2022 07:48Bi miliyonan malbat li Tirkiyê tûşî pirsgirêkên cidî ji bo dabînkirina hewcetiyên xwarekê bûne.
-
Li navçeya Çatê ya girêdayî bi Erziromê bi lerza 4,9an erdhej qewimî
Îlon 17, 2022 09:19Walîtiya Bîngolê ragihand ku ji ber erdheja bi lerza 4,9an a li Çata navçeya Erziromê çêbû, tu xesar neqewimî.
-
Serokomarê Tirkiyeyê ji bo beşdariya li Lijneya Giştî ya 77emîn a NYê gihîşte Amerîkayê
Îlon 17, 2022 09:14Serokomarê Tirkiyeyê, Receb Teyib Erdoxan bi balafira taybet a "TC-TRK"yê va gorî saeta Tirkiyeyê di 09.30yî da bi armanca ku beşdarî Lijneya Giştî ya 77emîn a Neteweyên Yekbûyî bibe gihîşte New Yorka Amerîkayê.
-
Davutoglu rexne li polîtîkayên neyînî yên Erdogan dike
Îlon 16, 2022 15:19Serokê yek ji aliyên opozisyona hikûmeta Tirkiyê rexne li Erdogan girt û got: Enqere hevsengiya xwe ya asmanî li gel Atînayê ji dest daye, ji ber ku balafirên F-35 yên Yewnanî dikarin bigihin her cihekî Tirkiyê ku bixwazin.
-
Baskê çekdarî yê PKKê, amarên şerê 5 mehan aşkere kir
Îlon 16, 2022 14:38Baskê çekdarî yê PKKê, HPG amarên 5 mehên şerê navbera şervanên xwe û leşkerên Tirkiyê li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn belav kir û ragihand, di wan 5 mehên dawiyê de 2,132 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 105 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye jî 12ê Îlonê ragihandibû, ku di 148mîn roja operasyona Pence Kilîd de, 371 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.
-
Erdogan: Ger Esed bihata Uzbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira
Îlon 16, 2022 08:22Nivîskar Abdulkadîr Selvî ku weke kesekî nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê nasîn, ragihand ku Erdogan gotiye: “Xwezî Esed bihata Uzbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira.”
-
Di 8 mehan de hezar û 202 karkeran li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da
Îlon 15, 2022 05:46Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar ragihand ku di heşt mehên di sala 2022’yan de hezar û 202 karkeran jiyana xwe ji dest da.
-
Bi nêzikbûna hilbijartina serokomartiyê ra Erdoxan her roj sozeke nû dide; Vê carê 'Avahiyên Civakî'
Îlon 14, 2022 05:45Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan projeya avahiyên civakî da nasandin û got: "Serlêdan sibê dest pê dikin û di sersalê da xîm tê danîn"
-
Li Tirkiyê belavkirina stranên kurdî sûc hat hesibandin!
Îlon 14, 2022 05:22Kurdekî bi navê Yusuf Guneş straneke bi kurdî li nav tora civakî belav kir lê ji ber vê stranê salek, 6 meh û 22 roj cezayê hepsê lê birîn.
-
Piştgiriya Tirkiyê dîsa ji bo Komara Azerbaycanê
Îlon 13, 2022 18:44Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser piştevaniya Enqerê bo Bakûyê kir.