Piştgiriya Tirkiyê dîsa ji bo Komara Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336469-piştgiriya_tirkiyê_dîsa_ji_bo_komara_azerbaycanê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser piştevaniya Enqerê bo Bakûyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 13, 2022 18:44 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Tirkiyê dîsa ji bo Komara Azerbaycanê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser piştevaniya Enqerê bo Bakûyê kir.

Têkiliyên Komara Azerbaycan û Tirkiyeyê di hemû waran de berfireh in. Enqere di şerê 44 rojî yê Qerebaxa Çiya ya di sala 2021an de di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de piştgirî da Bakûyê û alîkariya agahî û çekan dikir.

Êvariya roja Duşemê (şeva borî) şer û pevçûnên dijwar di navbera artêşên Ermenîstan û Komara Azerbaycanê de qewimîn û li gorî Wezareta Berevaniyê ya her du welatan, li çend xalên sînorî de, gullebarankirin û avêtina gulleyên giran ber bi hevdu rû dane. Êrîvan û Bakû her yek yê din bi binpêkirina agirbesta lihevkirî tawanbar dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Mevlut Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li hevdîtina tev karsazên vî welatî li Kastamonoyê got: Ev welat hertim li gel Komara Azerbaycanê ye û ev welat tu carî bi tenê nîne.

Çavuşoglu her wek rayedarên Komara Azerbaycanê îdia kir: Ermenîstan li ser sînor kiryarên provakatîf didomîne.