Li Tirkiyê bank nikarin 2 milyar dolar deynê dane, ji xelkê bistînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i355059-li_tirkiyê_bank_nikarin_2_milyar_dolar_deynê_dane_ji_xelkê_bistînin
Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê kirîdiyên welatiyan ên ku bankan dane kompanyayên taybet gihiştiye 79 milyar lîreyan ku dike 2 milyar dolar.
(last modified 2025-06-09T12:07:47+00:00 )
Hezîran 09, 2025 17:24 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê bank nikarin 2 milyar dolar deynê dane, ji xelkê bistînin

Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyê, deynê kirîdiyên welatiyan ên ku bankan dane kompanyayên taybet gihiştiye 79 milyar lîreyan ku dike 2 milyar dolar.

Li gorî Rapora Seqamgiriya Fînansê ya Banka Navendî ya Tirkiyê, bankên ku nekariye deynê krediyan ên 2 milyon û 76 hezar kesan wergirin ev deyn firotine “kompanyayên birêvebiriya hebûnê.”

Kompanyayên taybet deynê welatiyan ên ku nayên dayîn bi bihayekî kêmtir ji bankan dikirin û ligel deyndaran dem û plana deynan ji nû ve rêk dixin.

Pispor li Tirkiyê hişyariyê didin û dibêjin zêdebûna deynên di bin şopandina yasayî de ji bo rewşa aborî ya malbatan û sîstema bankan pirsgirêkên mezin bi xwe ra tîne.