Tenê Ocalan dikare fermana çekdanîna PKKê bide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354900-tenê_ocalan_dikare_fermana_çekdanîna_pkkê_bide
Endamê Konseya Rêvebir a PKKê ragihand ku demajoya aştîyê tenê bi azadkirina Ebdullah Ocalan rêberê girtî yê vê partîyê pêkan e û bêyî beşdarîya çalak a wî, ti pêngaveke piratîkî di warê çekdanînê da yê neyê rakirin.
(last modified 2025-05-30T13:11:55+00:00 )
May 30, 2025 10:02 Asia/Tehran
  • Tenê Ocalan dikare fermana çekdanîna PKKê bide

Endamê Konseya Rêvebir a PKKê ragihand ku demajoya aştîyê tenê bi azadkirina Ebdullah Ocalan rêberê girtî yê vê partîyê pêkan e û bêyî beşdarîya çalak a wî, ti pêngaveke piratîkî di warê çekdanînê da yê neyê rakirin.

Dûran Kalkan endamê Komîteya Rêvebir a PKKê pêgirî kir ku heta nika ti pêngaveke qanûnî ji bo garantîkirina ewlehîya demajoya aştîyê nehatîye rakirin û tu daxûyanî û axavtinên bêyî nêta ji dil û can nikarin alîkarîya vê demjoyê bikin.

Wî herwiha got ku PKK biryar daye ku bicihanîna biryarên Kongira 12an bi kar û hewla azad a Ebdullah Ocalan va girêde. Heke azadîya kar û çalkîyan ji bo wî neyê dabînkirin, PKK yê ti pêngaveke piratîkî raneke.