Kûrtûlmûş: Ji niha û pê ve dora meclîsê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i354888-kûrtûlmûş_ji_niha_û_pê_ve_dora_meclîsê_ye
Serokê Parlimana Tirkiyê ragihand, piştî banga Ebdullah Ocalan û biryara PKK`ê ya danîna çekan, niha berpirsariya pêvajoya nû dikeve stûyê Meclîsa Tirkiyê.
(last modified 2025-05-29T12:42:38+00:00 )
May 29, 2025 11:32 Asia/Tehran
  • Kûrtûlmûş: Ji niha û pê ve dora meclîsê ye

Serokê Parlimana Tirkiyê ragihand, piştî banga Ebdullah Ocalan û biryara PKK`ê ya danîna çekan, niha berpirsariya pêvajoya nû dikeve stûyê Meclîsa Tirkiyê.

Numan Kûrtûlmûş tekez kir: Birêz Baxçelî di destpêka vê pêvajoyê de roleke dîrokî û pêşeng lîst. Bi Daxuyaniya Îmraliyê û qebûlkirina wê ji aliyê PKK`ê ve Tirkiye ketiye qonaxeke nû. Ji bo ku ev pêvajo bi ser keve, pêwîst e gavên di pêşerojê de di hawîrdoreke zelal, bi pilan û çavdêriya gel de bên avêtin. Kûrtûlmûş, anî ziman ku ji bo ev pêvajo misoger bibe divê li Meclîsê komîsyoneke taybet bê avakirin û nûnerên hemû partiyên siyasî beşdar bin. Kûrtûlmûş wiha got: Divê ev komîsyon pêvajoyê bişopîne, binirxîne û bi rê ve bibe. Me di civîna îro de nêrînên xwe nû kirin û ez hêvî dikim ku ev derfeta dîrokî bi awayekî herî baş were bikaranîn.