Dewama kempêyna opozisyona Tirkiyê ji bo komkirina îmzeyan dijî Erdogan
Nîsan 21, 2025 16:48 Asia/Tehran
Opozisyona Tirkiyê komkirina îmzeyan ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext li vî welatî û daxwaza jibo azadkirina şaredarê girtî yê Stenbolê berdewam dike.
Piştî girtina Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Stenbolê di 19`ê Adarê de, ku wek hevrikê sereke yê Erdogan di hilbijartinên serokomariya sala 2028`an de tê hesêb, dijberên Tirkiyê dest bi kempêyneke berfireh kirin û opozîsyona Tirkiyê ji bo azadkirina şaredarê Stenbolê û daxwaza hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê li Tirkiyê, komkirina îmzeyan berdewam dike.
13`ê Nîsanê, Rêberê partiya Opozîsyon a CHP`ê ragihand ku zêdetirî 10 milyon îmze hatine komkirin.
Kesên ku ev kempêyn bi rê xistine dibêjin li Stenbolê her roj hezar û 600 îmze tên komkirin.