Çekdanîna bêyîmerc em naxezin
Hevserokê Konseya Rêbertiyê yê KCK`ê ragihand: Eger em bixwezin bêyî ti pêşmercekê çekên xwe dayînin, eva nepêkan e û ti kesek serhevdetiyeka wiha qebûl nake.
Cemîl Bayîk got: Tevî naveroka gotûbêjan û encamên muzakireyên di navbera Ebdullah Ocalan û nûnerên hikûmeta Tirkiyê li zîndana Îmraliyê de, Ocalan di rewşa nika de nikare beşdarî kongireyekî bibe û lidarxistina kongirê jî nepêkan e. Cemîl Bayîk di dewamê de amajeyî vê yekî kir ku Tirkiyê heta nika êrişên xwe nedane sekinandin û her rojê bi xwefir, balafir, tank û hawanan êrişî navçeyên bichbûna PKK`ê dike. Di rewşeka wiha de cihanîna biryara Komîteya Navendî ya PKK`ê nepêkan e. Divê hikûmeta Tirkiyêvan êrişan bide sekinandin ta ku rê ji bo lidarxistina kongirê xweş bibe û li ser daxwazên Ocalan, gotûbêj were kirin û biryar were dayîn.