Nîsan 08, 2025 15:49 Asia/Tehran
  • Lêgeriya mala bavê Şaredarê Stenbolê yê girtî

Medyaya Tirkiyê derbarê lêgerîna mala bavê şaredarê girtî yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu agahî da.

Mala Hesen Îmamoglu bavê Ekrem Îmamoglu  li bajarê Adîmîtê vê sibê hat kontrolkirin û lê geriyan. Di hemen demê de Partiya Komarîxwza  Gel a Tirkiyê  ragihand:Roja Yekşemê13ê Nîsanê ji bo piştgiriya  ji Ekrem Îmamoglu li bajarê Samsunê mîtîngek dê were lidarxistin. Mîtîngên bi vî rengî berê jî li Stenbol û Enqerê  hatibûn lidarxistin. Rojnameya Suzcu çapa Tirkiyê jî nivîsî ku di îdianameya ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye amadekirin,  ji bo 139 xwendekarên  girtî yên beşdarê xwepêşandana ji bo piştgiriya Ekrem Îmamoglû bi sedema girtina pêşiya pêkanîna erkên meimûrên hikûmetê daxwaza qedexeya siyasî  hatiye kirin.Li gor amarên herî dawî di xwepêşandanên vê dawiyê yên Tirkiyê de zêdetirî 2 hezar kes hatine desteserkirin.

Serepeyv