Girtina Îmamoglû operasyoneke siyasî û êrişa ser demokirasiyê ye
Hevserokên DEM partiyê wek berteka li himberî girtina Ekrem Îmamoglû, rojnamevan û şaredarên herêmî ev kiryar weke operasyoneke siyasî û êrişa ser demokrasiyê dan zanîn û daxwaz kirin ku kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Tulay Hatimoglu di twîta xwe de diyar kir ku girtina Îmamoglu, rojnamevan û şaredaran nayê qebûlkirin û ew vê yekê red dikin.Wî ev girtin wek operasyoneke siyasî bi nav kir û got ku e v kiryar aloziya civakî li Tirkiyê zêdetir dike.Tuncer Bakirhan jî di twîta xwe de wiha gotiye: Girtina Îmamoglu, rojnamevan û şaredaran êrişeke eşkere ser demokrasî û vîna gel e. Bakirhan her wiha got: Em vê neheqiya ku li dijî vîna gel e, red dikin û bi tundî wê şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin ku bila demlidest dev ji vê rêya şaş berde û rêzê li xwesteka gel bigre.