Adar 15, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Guler: PKK divê demildest çekan deyne

Wezîrê şer ê Tirkiyê bo cara duyem piştî peyama Ocalan, bang li PKK’ê kir bêşert çekan deyne.

Yaşar Guler got, PKKe û hemî baskên wê yên li erdnîgariyên cuda,bila  demildest biryara xwehilweşandinê bidin, û bê şert û merc çekên xwe radest bikin.”

Guler li berteka hemberî agirbesta ku PKK’ê yekalî ragihandiye, got divê mijarên weke agirbestê ku di peyamê de derbas dibe, neynin rojevê. Tiştekî wisa bi ti awayan çênabe. Armanca me ya dawîn bi temamî jiholêrakirina rêxistinên terorê ye.

Wezîrê şer ê  Tirkiyê dîsa got, “Dê rê neyê dayîn pêvajo bê sabote û sûîstîmalkirin ango bê dirêjkirin, dê nêzîkatiyeke bi tedbîr û rasyonel esas bê girtin.”

Serepeyv