Xeter di kemîna Partiya desthilatdar a Tirkiyê
Piraniya şirovekarên karûbarên Tirkiyê dibêjin, ger Partiya desthilatdar a Dad û Geşepêdanê li vî welatî ber bi çaksazî û guhertinên bingehîn ve neçe, dê di demek nêz de ji desthilatê were wêdebirin.
Hin derdorên siyasî û medyayî yên Tirkiyê ragihandine ku Receb Teyib ERdogan serokkomar û serokê partiya deshilatdar, xwediyê lîsteyeke veşartî ye û biryar e li gorî wê di demeke nêzîk de hejmarek ji hevalên xwe yên berê ji partiya desthilatdar û kabîneyê wêde daynê.
Tê gotin ku Erdogan di civîna Konseya Bilind a Biryarên Siyasî ya partiyê de du caran bi tundî rexne li cîgirên xwe kiriye û ew bi wê yekê tawanbar kir ku ji işkestên giran a hilbijartinên sala 2024an dersên pêwîst negirtine.
Ev texmnînên derbarê guhertinên muhtemel di kabîneya Erdogan de di halekî de ne ku hevpeymaniya desthilatdar li Tirkiyê careke din plana aştiyê li gel Kurdên wî welatî xistiye rojevê û tê gotin ku biryar e di demek nêzîk de serokê girtî yê PKKê peyamekê derbarê jiçekkirina PKKê de belav bike.
Mehmet Ocakan, ji şirovekarên muhafezekar ên Tirkiyê ku têkiliyên dostane bi gelek serokên partiyên desthilatdar ên vî welatî re heye, got ku ev partî demek e ji prensîbên xwe yên bingehîn dûr ketiye.AK Partî ku wextekê li edaletê digeriya û xwe hevrêyê feqîran dizanî, niha bûye partiya dewlemendên Tirkiyê. Di vê rewşê de hitbara civakî ya Ak Partiyê ji dest çûye.
Metîn Kolonek Endamê berê yê Konseya Bilind a Siyasetguzariya Partiya Dad û Geşepêdanê jî gotiye: Pêkhateya vê partiyê bi tevahî hewcetî bi sererastkirinê heye û eger ev partî di pêkhateya xwe de reforman qebûl neke, dê di demek nêzîk de ji desthilatê bê wêde birin.