Desteya DEM Partîyê: Divê li Tirkîyê çek werin bêdengkirin
Çile 12, 2025 15:58 Asia/Tehran
Desteya DEM Partîyê seredana Hevseroka berê ya HDP kir û Sirri Sureya Under endamê vê desteyê di civîneke çapemenîyê da got:Divê li Tirkîyê çek werin bêdengkirin.
Sirri Sureya Onder endamê desteya DEM Partîyê îro di civîneke çapemenîyê da got: Divê em ji ber xatirê zarokên xwe aştîyê pêk bînin, ji ber ku zarokên me ti têkilî bi şêrr va nînin û li himber vê yekê divê wek pêwîstîya wîjdanî û mirovî welatekî aştîxwaz ava bikin. Gellek hewlên jirderxistinê hene ku ji çekê xirabtir in, li Tirkîyê meselya du ziman û du alayê ne di rojeva me da ye. Em ji bo aştîyê hewil didin.
Sirri Sureya Onder herwiha got: Du kilîdên vê demajoyê heye; dilsozî û ciddîbûn. Em ti lêkolînerekî ji vê piroseyê dûr naxin.