Pêgirîya dubareya Tirkîyê ser pêwîstîya tepeserkirina HSDê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i352591-pêgirîya_dubareya_tirkîyê_ser_pêwîstîya_tepeserkirina_hsdê
Serokomarê Tirkîyê careka din got: Nehîştina PKK û şirîkên wê ku gefê li hebûna Sûrîyê dixwin, pêwîst e.
(last modified 2024-12-21T11:08:29+00:00 )
Kanûn 21, 2024 14:23 Asia/Tehran
  • Pêgirîya dubareya Tirkîyê ser pêwîstîya tepeserkirina HSDê

Serokomarê Tirkîyê careka din got: Nehîştina PKK û şirîkên wê ku gefê li hebûna Sûrîyê dixwin, pêwîst e.

Di halekî da ku koma çekdar a nasyar bi Artêşa Netewî ya Sûrîyê ku Enqere pişta wê digire, bi domandina operasyonê li derdora Bendava Tişrînê li nêzîkî Minbicê, kontrola wir careka din xist destê xwe, Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê xwest, tişta ku ``komên terorîst li Sûrîyê yên fenanî DAIŞ, PKK û HSD`` bi nav kir, werin jinavbirin.

Ev daxwaza Erdogan bi wateya daxwaza aşkira ya wî ji bo sekinîna komên çekdar ên Sûrîyê himber HSDê ye.

Çavdêr dibêjin ku Tirkîyê di alûgurên vê dawîyê û sernixûnkirina hikûmeta vî welatî da rola sereke lîstîye û hikûmeta Erdogan di çarçova plana New Osmanîsmê da çav berdaye axa Sûrîyê.