Erdogan: Me peywendiyên xwe yên bazirganî bi Îsraîlê re qut kirine
Erdogan cardin bi redkirina nûçeyên medyaya opozisyona Tirkiyê ser qutkirina peywendiyên bazirganî bi rêjîma Israîlê re tekez kir.
Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê, piştî bidawîbûna civîna rayedarên koma G20 li bajarê Riyo Dojanîroya Birazîlê di civîneke rojnamevaniyê de bi redkirina nûçeyên hin medyayên opozisyonê derbarê berdewamiya peywendiyên bazirganî bi Rejîma Siyonîstî re derbarê qutkirina tam a peyweniyên ticarî bi Rejîma Siyonîstî re agahî da û got: Hikûmeta wî bi wan kesên ku bi siyasetên xwe yên dagirkeriyê navçe ber bi aloziyê ve kişandine pirsgirêka xwe heye û ne bi mezheb an etnîkeke taybet re.
Erdogan got: Berî her tiştî her wek hûn jî dizanin me peyweniyên xwe yên bazirganî bi Îsraîlê re qut kirine. Her çend hin partiyên siyasî li hundirê welêt gotinên seyr û sosret dikin lê me peywendiyên xwe bi Îsraîlê re tam qut kirine.