Nameya 52 welatan bo Konseya Ewlehiyê
Mijdar 04, 2024 17:00 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ragihand Nameya daxwaza ji NY jibo rawestandina şandina çek û rextan bo Rêjîma Siyonîst bi însiyatîva Tirkiyê hatiye amadekirin û ji aliyê 52 welat û du rêxistinên navneteweyî ve hatiye îmzekirin û pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY hatiye kirin.
Hakan Fîdan bal kişand ser wê yekê ku firotina çek û sîlehan bo rejîma Îsraîlê tê wateya hevkariya li jînosaydê û got kabîneya Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst bûye gefeke cîhanî.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha bang li gişt welatên cîhanê kir ku pêşiya binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bigrin.