Cotmeh 30, 2024 18:18 Asia/Tehran
  • Erdogan: Eva 13 meh in li Xezzê jînûsayd diqewime

Receb Teyîb Erdogan îro bi şermezarkirina cinayetên siyonîstan li ser pêwîstiya piştgîriya ji Berxwedanê pêgîrî kir û got: Ev rojên bi serşorî ji bo mirovantiyê ne û cîhana îslamê wisan ku pêwîst e, dengê xwe yê nerizamendiyê bilind nekiriye.

Receb Teyîb Erdogan, serokoamrê Tirkiyê, îro di dewra nehan a Pêşbirkên Navnetewî yên Jiberkirin û Xwendina Quranê axivî û amajeyî vî yekî kir ku dewama êrişên siyonîstan ser Xezzê ji bo mirovantiyên rojên biserşorî ne û eva 13 meh in ku li Xezzê jînûsayd pêk tê.

Wî got: Kabîneya Îsraîlê ji ber xeyalên siyonîstî kor bûye, hemû nijyar wek dîl girtine, ne ku tenê Konseya Ewlehiyê ya NY. Ev 13 meh in ku li Xezeyê jînosayd heye. Berdewamiya êrişên Îsraîlê ser Xezeyê rojên bi şerim jibo mirovahiyê pêk aniye.

Serokomarê Tirkiyê, Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst û rejîma wî toreka jînûsaydê wesif kir û got ti kareka pêşîlêgirtinê ji bo berpirszanîna wan û sekinandina dijminên mirovantiyê nehatiye kirin.

Erdogan herwiha amajeyî vî yekî jî kir ku cîhana Îslamê wisan ku pêwîst e bertek nîşan nedaye, got: Divê em li axiretê bi qasî ku berpirsyariya karên ku me kirine qebûl bikin, berpirsyariya karên ku me nekiirne jî bidin ustiyê xwe.

Serepeyv