Erdogan: Dewama evkariya NATOyê bi Îsraîlê re ne mimkûn e
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan vê sibê got ku dema Telavîv nirxên bingehîn ên hevpeymaniya me yanê NATOyê binpê bike, hevkariya NATOyê bi Îsraîlê re nikare berdewam bike.
Erdogan ev gotin li civîna rojnamevaniyê û piştî piştî beşdarbûna di civîna rayedarên NATOyê ya bi amadebûna Ukraynê li Waşingtonê xistin rojevê.Serokkomarê Tirkiyê tekez kir:Îsraîl li Xezeyê Filistîniyan dikuje.
Erdogan got: Hikûmeta Netanyahu bi siyaseta xwe ya berfirehxwaziyê û bê sînorane ne tenê Israîlê dixe metirsiyê, belku ewlehiya tevahiya herêmê jî dixe metirsiyê.
Wî got ku di hemû hevdîtinên xwe yên di civîna NATOyê de, wî xwest ku balê bikişîne ser karesatên ku bi berdewamî li herêmên dagirbûyî yên Filistînê bi taybetî li Xezeyê berdewam dikin.
Erdogan bal kişand ser pêwîstiya hevkariya navbera endamên civaka navneteweyî de ji bo ku her du welatên serbixwe li gor sînorên 1967anbên avakirin.
Di dawiyê de jî wî ragihand ku Tirkiyê li gel Efrîqaya Başûr li dijî Îsraîlê daxwaznameyek pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navdewletî ya Laheyê kiriye.
Civîna rayedarên NATOyê ya ji 9 heta 11 vê mehê li Waşingtonê hat lidarxistin.