Erdogan: Îsraîl di sûcên xwe de pêş Hîtler ketiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i347679-erdogan_Îsraîl_di_sûcên_xwe_de_pêş_hîtler_ketiye
Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li axiftinekê got: Rejîma Siyonîst bi kuştina nêzîkî 14 hezar zarokên bêguneh li Xezeyê di cinayet û hovîtiyê de ji rêberê Naziyan Adolf Hitler derbas bûye.
(last modified 2024-04-18T01:22:33+00:00 )
Nîsan 18, 2024 04:51 Asia/Tehran
  • Erdogan: Îsraîl di sûcên xwe de pêş Hîtler ketiye

Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê li axiftinekê got: Rejîma Siyonîst bi kuştina nêzîkî 14 hezar zarokên bêguneh li Xezeyê di cinayet û hovîtiyê de ji rêberê Naziyan Adolf Hitler derbas bûye.

Erdogan di civîna Partiya Dad û Geşepêdanê (AK) ya li Parlemana  Tirkiyê de, destnîşan kir, ku bi piştevaniya bê şert û merc ji aliyê rojava ve, Îsraîl  hem li Xezeyê û hem jî li Rexê Rojava komkujiyan pêk tîne ku di nav wan komkujiyan de bûyerên herî bê şermane yên di dîrokê de hene .

Di berawirdkirina têkoşîna koma  berxwedanê ya Fîlîstînê û şerê serxwebûna Tirkiyê di zêde ji yek salên derbasbûyî de Erdogan  got: Em baş dizanin ku ji bo bidestxistina serxwebûnê divê berdêl bê dayîn.

Wî bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye bi her awayî li kêleka xuşk û birayên xwe yên filistînî ye û bi bîr xist: Me li NY nexşeyên ku nîşan didin di 70 salên borî de çawa gav bi gav Îsraîl axa Filistînê dagir kiriye, pêşkêş kirin.