Gotûbêja telefonî ya serokkomarên Tirkiyê û Îmaratê derbarê Xezeyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i345411-gotûbêja_telefonî_ya_serokkomarên_tirkiyê_û_Îmaratê_derbarê_xezeyê_de
Serokomarê Tirkiyê û Serokomarê Îmaratê di gotûbêjeke telefonî de pêkanîna agirbesê li Xezeyê pêwîst dan zanîn.
(last modified 2023-12-16T03:07:30+00:00 )
Kanûn 16, 2023 06:21 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya serokkomarên Tirkiyê û Îmaratê derbarê Xezeyê de

Serokomarê Tirkiyê û Serokomarê Îmaratê di gotûbêjeke telefonî de pêkanîna agirbesê li Xezeyê pêwîst dan zanîn.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di vê pêwendiya telefonî de ragihand ku rawestandina  demlidest a  cinayetên rejîma Îsraîlê û dewama  pêngavên ku ji bo garantîkirina agirbeseke daîmî li Zîvala  Xezeyê  hatine avêtin, pir girngiya xwe hene.

Erdogan her wiha ser pêwîstiya cihanîna biryarên civîna hevpar a Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî li  11`ê Mijdarê ji bo bidestxistina aştiya navçê  teqez kir  û daxwaza yekrêzî û zêdekirina piştgiriya civaka navneteweyî ji bo Filistînê kir.Êrişên Rejîma Siyonîst ser xezeyê, hewildana ji bo bidestxistina agirbesteke daîmî li navçê, hewldana Tirkiyê ji bo şandina alîkariyên mirovî bo filistîniyan û tedbîrên ku ji bo dabînkirina aştiyê ji mijarên din ên vê gotûbêja telefonî hatin gotûbêjkirin.