Cotmeh 23, 2023 08:15 Asia/Tehran
  • Encamên rapirsiyekê: Dengên AKP û CHP'ê kêm dibin û dengên HEDEP'ê zêde dibin

Li gorî encamên rapirsiyekê li Tirkiyê, di halekî de ku dengên AKP û CHP'ê kêm dibin, dengên partiya nûavabûyî ya alîgirê Kurdan a bi navê HEDEP'ê zêde bûne.

 

Derya Komorcû Rêvebera Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyê ya Unîlîm bi ragihandina encamên dawîn rapirsiya hilbijartinan li 27 parêzgehên Tirkiyê, derbarê zêdebûna dengên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) li vî welatî agahî da ku vê dawiyê derwsa Partiya  Demokratîka Gelan, HDP girtiye.

Ev rapirsîn li Tirkiyê bi beşdariya 2 hezar û 398 beşdaran li 27 parêzgehan  di navbera 26 û 29ê Îlonê de cih hatiye.Di vê rapirsiyê de ji gelê Tirkiyê hat pirsîn ku heke hilbijartinên parlemanê li vî welatî bên lidarxistin dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?

Piraniya beşdarên vê rapirsiyê gotin ku ew di hilbijartinên dahatî de, dê dengên xwe nadin Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP)  lê ew dixwazin dengên xwe bidin partiya  (HEDEP) ku nû hatiye damezrandin 

 

Serepeyv