Îlon 18, 2023 08:12 Asia/Tehran
  • Erdogan: Ge pêwîst be, rêya Tirkiye û Yekitiya Ewropayê dê ji hev cuda bibe

Piştî nakokiyên vê dawiyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re, Serokomarê Tirkiyê ragihand, eger pêwîst be ew dê rêya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê ji hev cuda bike.

 

Receb Teyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê  beriya ku ji Tirkiyê derkeve û sefera  Amerîkayê bike, li balefirxaneya Enqerê di civîneke çapemeniyê de got,  Di vê seferê de ew dê li ser endamtiya Tirkiyê nav Yekîtiya Ewropayê de gotûbêjan bike û eger pêwîst be dê rêya Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê cuda bike.

Erdogan her wiha got  ku Yekîtiya Ewropayê hewl dide Tirkiyê ji xwe cuda bike û heke hewce be, em dikarin rêya xwe ji Yekîtiya Ewropayê  jî cuda bikin.

Parlemana Ewropayê di rapora xwe ya vê dawiyê  derbarê Tirkiyê de, rexne li helwêsta hikûmeta Erdogan li himber mijarên navçeyî de girt û hikûmeta Tirkiyê bi paşguhkirina boykotên li dijî Rûsiyê bi taybetîpiştî şerê Ukraynê tawanbar kir.

Ev saziya ewropî diyar kir, Tirkiye di civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî fermî rola Rûsyê ya di şerê Ukraynê de şermezar dike, lê di pratîkê de piştgiriyê nade  boykotên  dervey rêzikên Neteweyên Yekbûyî.

Serepeyv