Tîrmeh 24, 2023 16:22 Asia/Tehran
  • Xwekujiya zarokan li Tirkiyê sedî 40 zêde bûye

Nûnerekî Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî ragihandina zêdebûna berbiçav a xwekujiya zarokan li Tirkiyê, derbarê dewama vê rewşê di serdema desthilatdariya AKP'yê hişyarî da.

"Tehsîn Becan" Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) ji Yalovayê tevî amajeya bi amara zêde ya xwekujiyê li nav zarpkan li vî welatî,. derbarê zêdebûna hejmara xwekujiyan di dewrana hukimdariya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) hişyarî da û got: Vê pirsgirêkê civaka Tirkiyê rastî xetereke ciddî aniye.

Li pey xwekuştina zarokekê li ser hesinrêya Metroyê li Rawestgeha marmara Yenî Kapî'yê ya Stenbolê, mijkara xwekuştina zarokan li Tirkiyê careke din bala medyayan kişandiye.

Tehsîn Becan Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) di axaftinekê da pirsgirêkên aborî, nekêrhatîbûna sîstema perwerdehiyê, tecrîda civakî ya ji ber newekheviya civakî, beranbernebûna derfetan, tundûtûjiya nav malê û azirandina zarokan wek hokarên zêdebûna xwekujiya zarokan li Tirkiyê bi nav kirin.

Becan bi gotina vêya ku babetên xwekuştinê di dewrana hhukimdariya AKP'yê da derdora sedî 53 zêde bûye, got: hejmara xwekujiyan ku sala 2003an derdora du hezar û 705 kes bûye, sala 2022an gihştiye 4 hezar û 146 kesan. Bi giştî 63 hezar û 244 kesan li Tirkiyê di navbera salên 2003 heta 2022an dawî li jiyana xwe anîne.

 

Serepeyv