Rêûrisma Nimêja Cejna Qurbanê li Tirkiyê hat lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i342202-rêûrisma_nimêja_cejna_qurbanê_li_tirkiyê_hat_lidarxistin
Misilmanên Tirkiyê sibeha roja Çarşemiyê bi beşdariya berfireh li mizgeftên vî welatî rêûrisma Nimêja Cejna Qurbanê li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 28, 2023 13:32 Asia/Tehran
  • Rêûrisma Nimêja Cejna Qurbanê li Tirkiyê hat lidarxistin

Misilmanên Tirkiyê sibeha roja Çarşemiyê bi beşdariya berfireh li mizgeftên vî welatî rêûrisma Nimêja Cejna Qurbanê li dar xistin.

Serjêkirina Qurbanê li gorî şiyana darayî, serdana malbat û dostan, ziyaretkirina goristanan, alîkariya bo hewcedaran û serdana extiyaran ji deb û rismên gelê Tirkiyê di cejnên îslamî da ne.

Her wiha kirrîna gul û şîraniyan piştî nimêjkirinê ji deb û rismên gelê Tirkiyê di Cejna Qurbanê da ne ku bi giştî mezinê malbatê gul û şîraniyan digel xwe dibe bo malbatê.

Betlaniyên Cejna Qurbanê li Tirkiyê çar roj in, lê îsal ji ber hevdemiya betlaniyên cejnê digel betlaniyên dwiya hefteyê bûye 9 roj.