Endamên kabîneya nû ya Tirkiyê li Meclîsê sond xwarin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341815-endamên_kabîneya_nû_ya_tirkiyê_li_meclîsê_sond_xwarin
Endamên kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê li meclîsa vî welatî sond xwarin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2023 15:06 Asia/Tehran
  • Endamên kabîneya nû ya Tirkiyê li Meclîsê sond xwarin

Endamên kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê li meclîsa vî welatî sond xwarin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Alîkarê yekem ê serokkomar û 17 wezîrên destnîşankirî ji aliyê Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê va roja Çarşemiyê li civata gelemperî ya Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyê sond xwarin.

Îro civata gelemperî ya Parlimana Tirkiyê bi serokatiya Dewlet Baxçelî serokê demkî yê Meclîsê pêk hat û endamên kabîneyê ji bo fermîbûna çalakiya xwe ya qanûnî li meclîsa vî welatî nivîsa sondnameyê xwendin.